Li Somalyayê, 20 çeteyên Hereket El-Şebab li ser destê artêşa welêt hatin kuştin.
Duh li wîlayeta Gelmedg li navenda Somalyayê, artêşa welêt ragihand ku wan li dijî çeteyên Herket El-Şebab operasyoneke mezin pêk anî.
Ev operasyon li bajarokê Be’adûîn ê li rojhilatê parêzgeha Medix û li naveda parêzgehê pêk hat.
Di encamê de, 20 çete û 6 leşker hatin kuştin û 50 çete û 10 hêzên hikumetê hatin birîndarkirin.
Li Somalyayê…di êrîşê de, 20 kes hatin kuştin
Li aliyeke din jî, di navbera hêzên wîlayeta Jûbland جوبلاند û hêzên hikumeta Federal li başûrê Somalyayê li nêzî sînorê Kînyayê êrîşekê rû da.
Ev êrîş 10 seat’an dirêj kir û 20 kes hatin kuştin.