Di êrişên Îsraîlê ên li Xezayê de 10 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de 10 kesên din hatin kuştin.
Hat ragihandin ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê di nava 48 seetan de 350 kes hatine kuştin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebû Xeyd bertek nîşanî rawestandina alîkariyên ji bo UNRWA da û diyar kir Îsraîl bi kampanya tê vedanê ya sîstematîk rêxistinê biqedîne.
Îsraîlê jî li ser daxwaza Amerîkayê destûr da ku şandeya NY serdana bakurê Xezayê bike.

Di Şerê Hemas û Îsraîlê yê li Xezayê de rojane bi dehan kes tên kuştin û birîndar dibin.

Hat ragihandin hêzên Îsraîlê dibistaneke girêdayî NY ya li Xezayê ku bi sedan Filistîniyan xwe lê girtibûn, bombebarankirin.

Hat diyar kirin di encama êrişê de 10 kes hatin kuştin, 15 kes jî birîndar bûn.

Li Xezayê di 48 seetan de 350 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de di nava 48 seetan de 350 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Xezayê artêşa Îsraîlê di nava 48 seetan de li Xan Yunus 38 komkujî pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin di encama van komkujiyan de 350 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha hate ragihandin ji ber astengiyên artêşa Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û parastina sivîlan nikarin xwe bighînin bi dehan cesedên ku li nava kolan û li ser rêya mane.

Li aliyê din Heyva Sor a Filistînê daxuyanî da û eşkere kir, ji ber dorpêça li ser Nexweşxaneya El Emel ya Heyva Sor, li Xan Yunusê cenazeyên sê kesan li hewşa nexweşxaneyê hatine veşartin.

Yekîtiya Ereban: Îsraîl dixwaze unrwa tune bike

Li aliyên din Îsraîlê îdia kir ku tiliya hinek Endamên Saziya Alîkariya Penaberên Filistînê ya Neteweyên Yekbuyî (UNRWA) di êrişa Hemasê ya 7’ê Cotmehê a li dijî wan de heye.

Li ser vê yekê Amerîka, Almanya, Îtalya, Hollanda, Swîsre, Kanada, Awustralya, Îngiltere û Fînlanda alîkariyên xwe yên ji bo rêxistinê rawestandin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebû Xeyd bertek nîşanî rawestandina alîkariyan da û diyar kir Îsraîl bi kampanya tê vedanê ya sîstematîk dixwaze UNRWA’yê biqedîne.

Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Ereban Ebû Xeyd derbarê mijarê de wiha dibêje;

“Em wateyê nadin hin welatên Rojavayî ku li ser sûcdariyên derbarê çend kesan de, di vê qonaxa bi xeter de bîryara rawestandina alîkariya ji bo UNRWA dane.”

Îsraîl wê destûrê bide ku şandeya NY serdana Xezayê bike

Konseya Şer ya Îsraîlê jî li ser daxwaza Amerîkayê wê destûrê bide ku şandeya Neteweyên Yekbûyî serdana bakurê Xezayê bike û rewşa li wê herêmê lêkolîn bike.

Lê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, beriya serdana bakurê Xezayê, serdana herêmên Îsraîlê ku 7’ê Cotmehê rastî êrişa Hemasê hatin weke şert danî pêşiya şandeyê.

Her wiha Gallant xwest nûnerekî Amerîka jî beşdarî şandeya NY bibe.

Di roja 114’an de encama şerê li Xezayê giran dibe

Back to top button