HPG’ê: 12 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û çekên wan di destê gerîlla de ne

Gerîllayên HPG’ê li Zapê bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.
HPG’ê ev yek weke “Operasyona Şoreşgerî” ragihand.
Li gorî encamên pêşî, 12 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û gerîlla çûn ser cenazeyên wan.
Di operasyonê de gelek çekên artêşa Tirk jî ketin destê gerîlla.

Li Çiyareş, “Operasyona Şoreşgerî” ya gerîlla pêk hat.

Bi vî sernavî çavkaniyên HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan li Zapê darbên giran li artêşa Tirk dane.

Li gorî daxuyaniyê,

Roja 24’ê Gulanê, li Qada Çiyareş, gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk dest bi operasyoneke şoreşgerî kirin.

Li gorî encamên destpêkê, gerîlla çûn ser cenazeyê 12 leşkeran.

Her wiha 6 çekên artêşa Tirk û gelek alavên leşkerî jî bidest xistin.

Çavkaniyên HPG’ê ragihandin ku ew ê demên pêşî têkildarî berferehiya operasyona gerîlla, raya giştî agahdar bikin.

Back to top button