Amerîka ji bo gefên Tirkiyê: Wê jiyana sivîlan têkeve metirsiyê, em gavên wiha şermezar dikin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku çi êrişek li Bakurê Sûrî wê hêzên Amerîkî bixe xeteriyê û şerê li dijî DAIŞ’ê lawaz bike.
Wezareta derve eşkere kir ku ew texmîn dikin ku Tirkiyê pabendî peymana 2019’an a agirbestê bibe.
NY jî bersiv da gefên dewleta Tirk û ragihand ku pêdiviya Sûriyê bi ti operasyonên leşkerî tune ye.

Li hemberî gefa êrişê ya dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê helwesta xwe nîşan da.

Li ser pirsa gelo helwesta Amerîka li hemberî plana Tirkiyê li Bakurê Sûriyê çi ye.

Berdevkê wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Nîd Price got:

Em ji bo rapor û nîqaşên derbarê egera şerekî leşkerî li Bakurê Sûrî, gelekî nîgeran in.
Bi taybet ji bo bandora wî li ser sivîlan
Em êrişên bi vî awayî şermezar dikin.

Amerîka ji bo gefên dewleta Tirk: Hêzên Amerîkî dixe xeteriyê û şerê li dijî DAIŞ lawaz dike

Berdevkê wezaretê her wiha îşaret bi peymana agirbestê ya sala 2019’an jî û eşkere kir ku wê ev êriş gefê li hêzên Amerîkî û şerê li dijî DAIŞ’ê bixwe.

Em texmîn dikin ku dê Tirkiyê pabendî daxauyniya hevbeş a Cotmeha 2019’an bibe.

Di nav de operayonên leşkerî li Bakurê Sûrî rawestîne.

Lê belê çi êrişe li dijî herêmê, wê aramiyê têk bibe û hêzên Amerîkî û şerê li dijî DAIŞ’ê têxe xeteriyê.

Amerîka ji bo gefên dewleta Tirk: Divê çareseriya aloziya siyasî be

Nid Price balê dikişîne ser agirbestê û girîngiyê dide çareseriya siyasî ji bo aloziyê..

Em dibînin ku divê hemû alî agirbestê biparêzin û rêzê jê re bigirin.

Da ku aramî peya bibe û bighêjin çareseriyeke siyasî.

“NY” bersiv da gefên Erdogan: Pêwîstiya Sûriyê bi ti operasyoneke leşkerî tune ye

Neteweyên Yekbûyî jî bersiv da idiayên serokê dewleta Tirk..

Erdogan idia kir ku ew ê ji bo avakirina herêma Ewle êrişeke nû li Sûriyê dest pê bike.

NY diyar kir ku pêdiviya Sûriyê bi ti operasyonên leşkerî tune ye.

Berdevkê Sekretêrê Giştî yê NY eşkere kir ku pêwîstiya Sûriyê bi çareseriya siyasî û gelek alîkariyên mirovî heye.

Hêzên Sûriya Demokratîk: Em gefên dewleta Tirk lêkolîn dikin

Hêzên Sûriya Demokratîk jî ragihand ku ew gefên dewleta Tirk cidî dibînin û ew van li gel aliyên navdewletî lêkolîn dikin.

Berpirsê navenda ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî eşkere kir ku êrişên dewleta Tirk xeter in û ew di vî warî de amadekariya bersivdayînê bi her awayî dikin.

Back to top button