Komeleya Jinan a Star tevî vîrûsa Coronayê li qadan dixebitin

Komeleya Jinan a Star ya Wanê ku jinên rastî tundiyê tên, serlêdana wê dikin, di pêvajoya vîrûsa korona de jî li qadan bi jinan re tên gel hev.

Piştî vîrusa koronayê tundiya li dijî jinê zêde bû.

Komeleya Jinan a Star, bi salane li wanê li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe.

Endama Komeleyê Meryem Aslan diyar kir ku di pêvajoya mayîna li malê de tundiya li dijî jinan zêd bûye û got:

Di rojên karantînayê de li şûna tedbîr bên girtin, mêrên tundî kirine hatin berdan, ev pêkanîn dîsa jin mahkumê malê kir.

Sazî û platformên jinan bi torên cuda piştevanî dan meşandin.

Çapemeniya civakî di vê mijarê de girînge, divê her sazî di çapemeniya civakî de helwesta xwe ya li dijî tundiyê bîne ziman û torên piştevaniyê belav bibin.

Gelek jin nikarin xwe bigihînin komeleya me, ji ber vê em dadikevin qadan.

Back to top button