25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinê

Meclisa jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad TJA’yê wê 25’ê Mijdarê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li qadan bin. Bang li hemû jinan hate kirin xwedî li vê rojê derkevin û dengê xwe li dijî polîotîkayên şerê taybet ê li dijî jinê bilind bikin.

Îsal Tevgera Jinên Azad TJA’ê, bi dirûşma ‘Li dijî şer, şîdet, xizaniyê dem dema azadiyê ye’ 25’ê mijdarê pêşwazî dike.

Têkildarî têkoşîna li dijî tundiyê, Aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Alpsoy axivî û diyar kir wan li dijî polîtîkayên şerê taybet xwe bi rêxistin kirine û got;

Sala borî 8’ê Adarê de me kampaniyek bi navê ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin.

Armanca kampanyayê jî ew bû jin nasname û dîroka xwe nas bikin û li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşin.

Gulbihar Alpsoy bal kişand li ser tecrîda li Îmraliyê û wiha domand:

Yek ji lingê têkoşîna TJA’yê tecrîda li Îmraliyê ye. Tecrîda li dijî Abdullah Ocalan li ser jinan û civakê jî pêk tê, her tecrîd giran dibe civak dixetime.

Herî dawî Aktivîsta TJA’yê Gulbihar Alpsoy ev bang kir;

Werin em bi hev re 25’ê Mijdarê dakevin qadan û li dijî polîtîkayên faşîzman têkoşînê bilind bikin.

Bi heman armancê Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê jî daxuyaniyek dan.

Jinan diyar kirin ew li dijî tundiya li ser jinê, tacîz, tecawiz û şer her li qadan bin û têbikoşin.

25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinê
“emê bi hevre têkoşînê bilind bikin û dawî li tecrîdê bînin

Jinên li Botanê jî wê 25’ê Mijdarê li qadan pêşwazî bikin.

Meclîsa Jinan a (HDP) û Tevgera Jinên Azad(TJA) jî li Botanê ji 13’ê Mijdarê ve dest bi çalakiyan kirine.

Têkildarî mijarê aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksû axivî û diyar kir ne tenê 25’ê Mijdarê her roj em ê li qadan bin û got;

Ev roj ji bo me gelek girîng e, ji ber ku li dijî tacîz, tecawiz, tundî û komkûjiya li dijî jinê em li qadan daxwazên xwe dikin û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Ne bi tenê 25’ê Mijdarê em ê her roj li qadan bin.

Zozan anî ziman sedema zêdebûna êrîşên li dijî jinan tecrîd e û wiha bi dawî kir:

Ji bo êrîşên li dijî jinê bi dawî bibin, divê em jin demildest vê tecrîdê bi dawî bikin.

Werin em destên xwe bidin hev, bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin û xwedî li nasnameya xwe derbikevin.

Back to top button