Li Cizîrê berxwedana li dijî êriş û faşîzmê didome

Nêzî hefteyekê li Cizîra Botanê berxwedana li dijî êrişên ser HDP’ê dewam dike. Gel li pêşiya avahiya HDP’ê di çalakiya nobetê de ye.
Parlamenterên HDP’ê yên ku beşdarî çalakiyê bûn diyar kirin ku gelê Botanê bi berxwedanê bersiv da êrişên ser HDP’a Cizîrê û wiha gotin: “Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyê belav bikin.”

Dewleta Tirk ya faşîst li dijî Kurdan û HDP’ê pêleke êrişan ya nû daye destpêkirin.

Di 11’ê nîsanê de polîsên Tirk êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê kirin û hemwextî êrişê bi ser gelek malan de jî girtin.

Di encama serdegirtinan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.

Li dijî êrişan endamên HDP’ê li pêşiya avahiya partiyê dest bi çalakiya nobetê kirine. Çalakî bi beşdarîya gelê navçeyê dewam dike.

Kemal Bulbul: Navnîşana aştî û demokrasiyê Îmralî ye

Gelek parlamenterên HDP’ê jî çûn Cizîrê, beşdariya çalakiya li avahiya HDP’ê bûn û bertek nîşanî êrişan dan.

Parlamenter Kemal Bulbul, êrişa li ser avahiya HDP’a Cizîrê weke bêhiqûqî û sûc pênase kir û wiha got:

“Ji bo demên pêş AKP hinek planan dike û êrişa li dijî partiya me jî yek ji van senaryoyan e.

Di nava van 20 salan de AKP’ê di hêla aborî, siyasî, exlaqî, civakî û polîtîk de ev welêt têk bir. Girîng e ku xelkê Cizîrê li dijî van neheqiyan li ber xwe dide.”

Bulbul, destnîşan kir ku HDP yek ji saziyên demokratîk û rewa yên gelê kurd e û wiha dewam kir:

“HDP, dixwaze ku pirsgirêkên Tirkiyê bi rêyên demokratîk çareser bibe. Lê AKP-MHP û dewlet di şer de israr dike. Lewma tecrîda li Îmraliyê jî didome. Divê desthilatdarî bizane, navnîşana aştî û demokrasiyê Îmrali ye û hevdîtinên bi HDP’ê re ne.”

Dilşad Canbaz: Gelê Cizîrê xwedî li HDP’ê derket û bersiva faşîzmê da

Parlamenter Dilşat Canbaz jî derbarê êrişên li ser partiya wan de wiha got,

“Gelê me xwedî li partiya xwe derket. Em li her devera Kurdistan û Tirkiyê bihêzin. Me li Cizîrê bi gelê xwe re bersiv da faşîzmê.”

Mûrat Çepnî: Erka me ew e ku berxwedana Cizîrê li Tirkiyê belav bikin

Parlamenter Mûrat Çepnî jî destnîşan kir ku gelê kurd li dijî êrişên dewletê li ber xwe dide û got:

“Li her deverê berxwedana gel heye. Li dijî gelê kurd êrişên dijwar hene. Rastî siyaseta qirkirinê tên. Li ber faşîzmê rabûn û xwedî li HDP’ê derketin.

Erka me ya esasî ew e ku em vê berxwedana gelê Botanê li her devera Tirkiyê berbelav bikin.”

Welî Saçilik: Dewleta Tirk wê nikaribe bi êrişan encamê bigire

Endamê Meclîsa HDP’ê Welî Saçilik jî têkildarî êrişan wiha got:

“Berxwedana gelê Cizîrê bandoreke mezin li min kir. Dewleta nikare bi rûxandin, lêdan û girtinê tiştekî biguherîne. Dê Cizîr, weke dilê têkoşînê bimîne.”

Back to top button