3 leşkerên Tirk yên dagirker li Avaşînê hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li herêma Avaşînê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, 13’ê Nîsanê hêzên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Dilgêş xistin.

Hat diyar kirin di vê çalakiyê de li du çeperên li ser gir hate xistin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin rûxandin.

Her wiha HPG’ê eşkere kir di 13 û 14’ê Nîsanê de qadên bi ser herêmên Zap û Avaşînê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin bombebarankirin.
https://anfkurdi.com/kurdistan/yja-stare-li-avasine-li-dagirkeran-da-3-dagirker-hatin-cezakirin-154530

Back to top button