Îsraîlê êrişî Mescîd-î Aksa kir, 152 Filistînî birîndar bûn

Ev demek bû nişayên derketina şer û pevçûnên dijwar yên navbera Îsraîl û Filîstînê de derdiketin.
Polîsên Îsraîlê êrişî Girê Perestgehan a Mescîd-î Aksa ya Qudûsê kirin.
Pevçûnên dijwar rûdan.
Herî kêm 152 Filistînî birîndar bûn û bêtirî 400’an hatin binçavkirin.
Serok dewletê Filîstînê jî ev yek weke şerê li dijî wan hatî ragihandin pênase kir.

Li Girê Perestgehan a Mescîd-î Aksa ya Qudûsê di navbera çalakvanên Filîstînî û polîsên Îsraîlê de şer çêbû.

Ji serê meha Remezanê ve, ev bû şerê yekemîn.

Dibe ku alozî zêdetir bibe.

Heyva Sor a Filîstînê diyar kir, ku 20 birîndar birine nexweşxaneyên Qudûsê.

Hate diyarkirin hê jî li qada bûyerê birîndar hene.

Tê gotin, herî kêm 150 kes birîndar bûne.

Polîsên Îsraîlê jî diyar kirin, ku 3 polîsên wan birîndar bûne.

Aliyên Filîstînî ragihandin bêtirî 400 kes hatine binçavkirin.

Hate ragihandin, roja Înê sibeh saet di 04.00’an de bi dehan ciwanên rûyê xwe nixumandibûn ketine Girê Perestgehan.

Li gorî agahiyan, di destê hinek kesan de alaya şaxa leşkerî ya Hamasê hebû.

Polîsên Îsraîlê jî îdia dikin ciwanên Filîstînê kevir avêtine Dîwarê Girînê.

Hate diyarkirin, ku polîsên Îsraîlê jî fîşekên plastîk teqandine.

Serokdewletê Filîstîn: Êrişa li dijî Mescid-î Aksa tê wateya ragihandina şerê li dijî me

Serokatiya Filîstînê jî li dijî êrişa polîsên Îsraîlî bertek nîşan da.

Serokatiyê got,

Êrişa li ser Mescidî Aksa, tê wateya êrişa li dijî wan.

Par jî şerekî wisa di navbera Hamas û Îsraîlê de pêk hatibû û 11 rojan dewam kiribû.

Li Bajarê Kevn ê Qudûsa Rojhilat a ku ji sala 1967’an ve di bin kontrola Îsraîlê de ye, alozî didome.

Di hefteyên dawîn de Îsraîlê hinek êrişên xedar kir.

Ji 22’ê Adarê ve li Îsraîlê çar êriş çêbûn û 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di heman demê de 22 kesên Filîstînî jî hatin kuştin.

Îsal meha Remezanê, pîrozbahiyên Paskalyayê ya Xirîstiyanan û Dîwarê Girînê ya Cihûyan û Cejna Pesahê di heman demê de ne.

Li gorî fikaran ji ber ku rojên her sê dînên yekxwedayî li hev rast hatine, dibe ku alozî zêde bibe.

Back to top button