Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên Tirkî benderên Terablus, Misrata û Xumsê kontrol dikin.
Berdevkê artêşa Lîbî Ehmed Mismarî ragihand ku dijmin êdî li devera Bû Qerîn û Zemzemê kom dibin û got:
Dewleta Tirk Misrata veguherandiye baregeheke birêveberî ji bo rahênan û çekkirinê û aniha şaxê xwe fireh kiriye û xwe gihand bendera Xumsê.
Mismarî teqez kir ku artêşa Lîbî ji bo her şerî amade ye.
Mismarî bajarê Sêrt û Cefrayê ne weke deverên bêçek nîşan da û teqez kir ku Sêrt aniha ewle ye.
Mismarî civîna wezîrên parastinê yên Qeter û Tirkiyê jî weke “ragihandina şer” bi nav kir.
Berî niha jî Mismarî ragihandibû ku herdu welat li ser leşkerkirina 30 hezar çeteyî dixebitin da wan bişînin Lîbyayê.