
Hêza Deryayî ya Meksîkî ragihand ku li Meksîkayê helîkoptereke leşkerî ket xwarê di encamê de 14 leşker mirin.
Hêza Deryayî ya Meksîkî bi daxuyaniyekê ragihand ku helikopterekî bi curê Black Hawk a welatê wan ketiye xwarê.
Hat diyarkirin ku helikopter li eyaleta Sînaloa ya li bakurê rojavayê Meksîkayê ketiye xwarê.
Di encama buyerê de 14 leşker jiyana xwe ji destdan û leşkerek jî birîndar bû.
Li ser sedema ketina helîkopterê hêzên Meksîkî lêkolîn destpêkirine.