Cotkaran dest bi çandina berhemên Aromatîk kir

Di deh salên derbasbûyî de berhemên aromatîk bala gelek cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kişand.
Îcar cotkarên li gel barîna baranê ya zêde dest bi çandiniya berhemên aromatîk kir.

Cotkarê bi navê Hesen El Îbrahîm ê ji navçeya Şedadê Ku kemûn li erdên xwe çandiye axivî û got:

“Ji ber ku li gorî berhemên din çandiniya bi qezenc tê hesibandin, min kemûn çand.”

Her wiha Abdullah El Hemad jî da zanîn ku berhemên aromatîk salên baran zêde dibare, tên çandin .

Her wekî eşkre kir ku avhewaya herêmê ji çandina wan re guncaw e.

Hesen El Mixlef jî destnîşan kir ku ji ber sûdên wê yên aborî, kemûn çandiniye .

Her wiha diyar kir ku li gorî genim û ceh, di rûberên biçûk de tê çandin.

Back to top button