Polîsa Rûsyayê rê li ber dewriyeyeke hêzên Amerîkî girt û nehişt ku derbasî bajarê Qamişlo bibe.
Îro li rojhilatê bajarê Qamişlo polîsa leşkerî ya hêzên Rûsyayê erebeyên xwe li ser rê belav kirin û nehiştin ku erebeyên hêzên Amerîkî derbas bibin.
Nûçegihanê me diyar kir ku hemwextê bûyerê balafirên şer li esîmanê digeriyan.
Hêjayî gotinê ye ku ev yekem car e hêzên Rûsî rê li ber dewriyeyeke hêzên Amerîkî digirin.
Beriya niha gelek caran hêzên Amerîkî rê li ber erebeyên Rûsyayê digirtin.