Li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî di navbera çeteyan de şer derket.
Vê êvarê li bajarê Serêkaniyê navbera çeteyên “Sultan Mruad” û “Furqeya 20” yên girêdayî dewleta Tirk şerekî giran rû da.
Li gorî agahiyan çeteyekî “Sultan Murad” hate kuştin û bi kêmanî ji herdu aliyan 4 birîndar bûn.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di 27’ê Cotmehê de jî di şerê navbera komên çeteyan de 7 çete hatin kuştin û zêdeyî 15 jî birîndar bûn.
Her wiha di van şeran de 5 kesan jiyana xwe ji dest da, ku jinek û zarokek di nava wan de hene.