Li Silêmanî ji bo piştgiriya Rojava pêşengeh hat vekirin

Saziya Nûwêger, li Silêmanî ji bo piştgiriya Rojava pêşengeheke wêneyan vekir.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya saziya Nûwêger ji bo piştgiriya Rojava pêşengeheke wêneyan hate vekirin.

Hunermendan di pêşêngehê de bi tabloyên xwe bal kişandin ser sûcên şer yên dewleta Tirk yê li dijî Rojava.

Di pêşengehê de wêneyên siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û zarokên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk birîndar bûbûn jî cîh girtin.

Ji rêveberên pêşengehê Rûbar Ehmed diyar kir ku hunermendên ji Silêmanî 25 tabloyên xwe ji bo Rojava bexş kirine.

Hunermend Kanî Ebdulqadîr jî diyar kir ku bi armanca piştgiriya Rojava bi hunerê xwe tevlî pêşengehê bûye û ji vê kêfxweş e.

Dahateyên ku ji pêşengehê werin bidestxistin wê ji bo Rojava werin şandin.

Pêşengêh wê 2 rojan dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button