Li Diyalayê, di êrîşeke çeteyan de, leşkerekî Îraqî hat kuştin

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê dewam dikin. Li parêzgeha Diyalayê, duh di encama êrîşeke çeteyan de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Duh bi şev li gundê Ceeferî yê bi ser bajarokê Behroz ê parêzgeha Diyalayê ve, çeteyan êrîşî nuqteyeke leşkerên artêşa Iraqî kir.

Di encama vê êrîşê de, leşkerê bi navê Azad Şakir Elî hat kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herî dawî jî, beriya 2 rojan, li bajarokê Uzêm ê Diyalayê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên Heşda Şabî kiribû û di encamê de 7 çekdarên Heşdê û 4 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.

Back to top button