Artêşa Lîbî odeya operasyonên Tirkiyê li bajarê Ziwara kir armanc

Artêşa Niştimanî ya Lîbî, duh odeya operasyonên sereke ya hêzên Wîfaqê li bajarê Ziwarayê ku dewleta Tirk wê bi rê ve dibe, kir armanc. 

Navenda ragihandinê ya artêşa Niştimanî diyar kir ku, hêzên wan ziyanên mezin gihandin çeteyên dewleta Tirk.

Li gorî Navendê, çete li ser rêya bajarê Cemîl, 100 KM dûrî Terablusê hatin armanckirin.

Her wiha çavkaniyên ji artêşê eşkere kirin ku “ji bo êrîşa li ser bajarê Terhûnayê, dewleta Tirk bi hezaran çeteyên Sûrî bi keştiyan veguhestine Lîbyayê, tevî gelek alavên leşkerî û çekên pêşketî”.

Erdogan dîsa gef li artêşa niştimanî xwar

Duh jî Erdogan piştî vê êrîşê gef li Lîbyayê xwar, ku ew ê her piştevaniyê bidin Wîfaqê û got:

“Di demeke nêzî de, em ê nûçeyên xweş bibîhîzin”.

 

Back to top button