Li herêmên hikumeta Şamê, wê mizgeft tenê roja înê bên vekirin

Ji ber qedexekirina derketina derve, Wezareta Ewqafê ya Şamê ragihand ku “wê mizgeft tenê roja Înê ji bo nimêjê werin bên vekirin”

Li gorî Wezarte Ewqafê, “divê nimêjker devpoşkan deynin û mitr û nîvekê di navbera her kesekî de hebe..

Mizgef wê berî û piştî nimêjê, were paqijkirina û pakkirin û divê her xitbeyek ne zêdetirî 10 deqeyan be”.

Wezarta Ewqafê ya Şamê teqez kir ku, divê kesên nexweş û yên nîşaneyên vîrûsê li wan hebin, neçin mizgeftan.

Beşar el-Esed:Dibe jimara pêketina bi Vîrûsê zêde bibe û karîsetek rû bide

Ji aliyê xwe ve, Serokê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed, ji ber xeteriya vîrûsa Coronayê, duh hişyariya karîsetekê dabû.

Esed, destnîşan kir ku “divê ti kes nebêje ev xeterî derbas bûye, ji lew re divê her kes bi baldarî nêzî mijarê bibe”.

Li gorî tenduristiya hikûmeta Şamê, heya niha li giştî welêt 44 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, ji wan 3 mirine û 27 kes jî baş bûne.

Back to top button