Li Kobanê 600 derase hatin amadekirin

Li kantona Kobanê xwediyên 600 deraseyî, amadekariyên xwe temam kirin, da ku dest bi çinînê bikin. Rêveberiya Çandiniyê ya herêma Firatê jî hin biryar der barê mûsimê îsal de girtin. 

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî amadekariyên pêşwazîkirina mûsimê çinîna ceh û genim dikin.

Li Kobanê û gundewarê wê, xwediyên 600 deraseyî amadekariyên xwe temam kirin, da dest bi çinînê bikin.

Rêveberiya Çandiniyê ya herêma Firatê jî bi rêya girtina rêzebiryaran û amadekirina depoyan, karê xwe didomîne.

Rêveberiya Çandiniyê, rê da deraseyên qeyd kirine, ji kantonê derkevin.

Lê piştî ku xwediyên deraseyan sozeke nivîskî muhr bikin, wê di 20’ê vê mehê de vegerin kantonê.

Li gorî biryarê jî, eger ev kes dema destnîşankirî derbas bikin, wê 200 hezar L.S weke ceza li wan werin birîn.

Her wekî yên bê destûr derkevin jî, wê 2 milyon L.S bidin.

Rêveberiya Çandiniyê, heqdestên çinînê jî diyar kirin.

Li gorî wê:

Heqdestê çinîna donimek ceh bi rêbaza bejî, bê ka 1500 L.S. bi rêjeya ji sedî 9 e.

Tevî kayê jî 1800 L.S ye, bi rêjeya ji sedî 10 e.

Cehê avî yê bê ka 2000 L.S bi rêjeya ji sedî 8 e. Tevî kayê 2500 L.S bi rêjeya ji sedî 9 e.

Genimê bejî bê ka 1500 L.S bi rêjeya ji sedî 6 e. Tevî kayê 1800 L.S bi rêjeya ji sedî 8 e.

Genimê avî bê ka 3000 L.S bi rêjeya ji sedî 5 e. Tevî kayê 3500 L.S bi rêjeya ji sedî 6 e.

Rûberên ku îsal bi genim û ceh hatine çandin û rêdana Rêveberiya Çandiniyê ya kantona Kobanê wergirtine, gihaştin 805 hezar û 59 hiktaran.

Heta niha Rêveberiyê navên navendên wergirtina helbirîna genim ji cotkaran, diyar nekirine.

Her wiha Rêveberiya Çandiniyê wê ji 10’ê Gulanê ve mazotê belav bike û wiha miqdara mazotê diyar kir:

“Patozên ji cureya TX mudêl 68 heya 62 wê di her carê de 5 hezar lître maozt e.

Patozên ji cureya TX mudêl ji 36 heya 32, 4 hezar lître mazot e.

Patozên Klayzon, 3 hezar lître maozt e.

Patozên ji cureya Gunder û Alfort, 2 hezar lître mazot e.

Patozên ka wê hezar û 500 lître mazot û Patozên bi Tiraktoran, wê hezar lître werbigirin”.

Li Reqayê wê 11 erebeyên agirkujiyê ji bo parastina mûsim amade bin

Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê jî di çarçoveya amadekariyên mûsimê îsal zêdeyî 11 erebeyên agirkujiyê xistine xizmetê.

Endamê rêveber ê Tîma Destwerdana Lezgîn Yasir Xemîs diyar kir ku foca agirkujiyê bi temamî amade ye, da ku li hember rewşên awarte bisekine.

Xemîn da zanîn ku bi Şaredariya Gel a Reqayê û komîteya Çandiniyê re hevkarî hatiye kirin û odeya çalakiyên hevbeş hatiye avakirin.

Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê bang li cotkaran jî kir ku ew jî pir baldar bin.

Back to top button