Nêzî 60 leşkerên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê li Himsê hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya mafê Mirovan ragihand ku, herî dawî bi qasî 60 leşkerên Hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê li çola parêzgeha Himsê hatin kuştin..

Li gorî çavdêriyê, tevî tevgera balafiran jî, DAIŞ hewl dide herêmên çola Weer a li Rojhilatê bajarê Sixnê yê Himsê bi dest bixîne û şer navbera wan û Artêşa Hikûmetê de dijwar e..

Tê zanîn ku tevî DAIŞ li bakur û Rojhilatê Sûrî li ser erdê têk çûye, lê belê hîna bi hezaran çeteyên wê li Çola Sûrî hene û tevgera xwe li wir zêde dike..

Back to top button