Dewleta Tirk, li navçeya Bilbilê dîwaran lê dike

Nûçegihanê me ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşî gundên Ziyaretê û Soxanekê yên Şêrawa ,her wiha Merenaz, Malkiyê yên Şerayê jî kirin.

Duh jî 2 sivîl di encama êrîşên li ser navçeya Til Rifetê ya Şehbayê de birîndar bûn û li navenda Heyva Sor a Kurd tên dermankirin..

Li kêleka êrîşan jî Tirkiyê parçekirina axa Efrînê didomîne..

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê 1 km ji hundir ve dest bi avakirina dîwarekî betonî kiriye û têlan datîne.

Back to top button