Li Tokyo agir bi balafirê ket 379 rêwiyên tê de hatin derxistin

Li balafirgeha bajarê Tokyo yê Japonyayê balafireke rêwiyan li balafireke din qelibî û agir pêket.
Hat ragihandin bi sedan kesên di balafirê de hatine derxistin.

Hat ragihandin buyer li balafirgeha Haneda qewimiye.

Li gorî kanala Nippon TV’yê balafira rêwiyan li balafireke ewlekariyê ya peravan qelibiye.

Hat diyar kirin hema hê rêwî di balafirê de bûn agir pê ket.

Berdevkê Rêyên Hewayî yê Japonyayê diyar kir di balafirê de ku ji Hokkaido dihat, 379 rêwî hebûn.

Şirketa rêyên hewayî ragihand ku hemû rêwî û 12 personelên di balafirê de hatine derxistin.

Her wiha ji ber buyerê hemû pîstên di nava balafirgeha Haneda de hatin girtin.

Back to top button