HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di 4’ê Kanûna 2023’an de li Zapê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji malabatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdisatanê yên welatparêz re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir 4’ê Kanûna 2023’an, di êrîşa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de hevrê Havîn Gabar û Delîl Tolhildan şehîd bûn.
Di dewamiya daxuyaniya navendê de ev tişt hate got:
“Armanca herî mezin a hevrêyên me Havîn û Delîl ew bû ku bibin hevrêyên baş ên Rêber Apo.
Lewma weke şêwazekî jiyana fedayîtiyê jiyan kirin.
Bi hezkirin hevrêyên xwe jî bandor kirin û ev jiyan hîn mezintir kirin.
Bi kesayetên xwe yên bi cewher di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin.
Bi ked û tevlîbûnên xwe yên bi cesaret a di qada şer de, gihiştin armanca xwe.”
HPG’ê ji malabatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdisatanê yên welatparêz re sersaxî xwest û got:
“Weke hevrêyên wan, em soz didin ku em ê her tim li ser rêya wan xwe berpirsyar hîs bikin û bibin layiqê wan.”
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameyên şehîdan wiha ye:
Nasnav: Havîn Gabar
Nav û Paşnav: Canan Oral
Cihê Jidayikbûnê: Aydin
Navê Dayik: Rahmete
Navê Bav: Abdûlazîz
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Kanûna 2023’an/Zap
Nasnav: Delîl Tolhildan
Nav û Paşnav: Îsa Qehreman
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik: Kemalî
Navê Bav: Agabey
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Kanûna 2023’an/Zap