Kongra Star banga rêgirtina li pêşiya qada hewayî kir

Kongra Star bi daxuyaniyekê bang li Rêxistinên Jinan, Saziyên Parastina Mafên Mirovan û Jinan ên li seranserî cîhanê kir ku piştgiriya şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û ji bo rawestandina êrişên hovane yên li dijî herêmê pêngavan li dar bixin û hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.

Kongra Star di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker mijulbûna cîhanê bi cejna Krîsmsê, şerê di navbera Îsraîl û Xezayê de bi kar anîn û êriş herêmê kir û binesaziya wê rasterast kir kir hedef.

Her wiha di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezar kirin û bang li gelên demokratîk, rêxistinên jinan, saziyên parastina mafên mirovan û çalakvanên mafên jinan li seranserî cîhanê hate kirin ku Piştgiriya şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û ji bo rawestandina êrişên hovane li ser herêmê hemleyan li dar bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga rêgirtina li pêşiya êrişan qada hawayî ya herêmê hate kirin.

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a Efrîn-Şehbayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dawî yên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Şehbayê çalakiya xwepêşandanê li dar xist.

Di Çalakiyê de li ser navê Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehbayê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker ji ber têkçûna xwe li çiyayên azad carek din berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pergala Rêveberiya Xweser a wekheviya gelan hatiye avakirin û êrîşên xwe li ser herêmê tundtir kir.

Bi hedefgirtina binesaziya herêmê xwest derbeyê li pergala Neteweya Demokratîk bixe.

Berxwedan û sekna gel li seranserê Rojava bersivek mezin da êrîşên dagirkeriyê ku tu carî wê berxwedana bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye meşandin lawaz nebe.”

Rêveberiya Xweser bîlançoya êrişên 24 saetên derbasbûyî eşkere kir

Back to top button