Artêşa Tirk a qirker di êrişên xwe de, bendên ewlekariyê yên Asayîşê jî kirin armanc.
Doh li Kantona Cizîr û Firatê bêtirî 10 bend hatin armanckirin.
Rêveberiya Giştî ya Asayîşê ragihand ku di êrişan de, 3 endamên wean birîndar bûne.
Asayîşê careke din teqezî di parastin û ewlekariya welatiyan de dubare kir.
Asayîş: Ev êriş sûcên şer in û dijî qanûnên navnetewî ne
Elî El Hisên diyar kir ku doh 26’ê Kanûnê rêbendên wan yên ewlekariyê jî hatine armanckirin û ev agahî da.
4 rêbendên me li dergehên rêyên sereke yên bajarê Qamişlo hatine armanckirin.
Rêbendeke li ser rêya sereke ya bajarokê Amûdê hatiye hedefgirtin.
6 rêbendên li dergeha rêyên bajarê Kobanê û gundewarê wê bûne armanc.
Asayîş: Di van êrişan de 3 endamên me birîndar bûn
Di encama van êrişan de 3 endamên me birîndar bûn û ziyaneke madî ya mezin li rêbendan çêkir.
Elî El Hisên eşkere kir ku hêzên wan wekî berpirsyarên ewlehî û aramiya herêmê ye û wiha got:
“Hêzên me li hember her cure pêkanînê sûc û hewldanên çeteyan tedbîran digire û pergalekê ava dike.
Armanca van êrişan têkbirina aramî û pergalê ye.
Rêbendên bûne armanca êrişan tenê dijî şaneyên razayî yên çeteyan erkdar in.
Asayîş: Emê heta dawî gelên xwe biparêz in
Em ê gel û herêmên xwe biparêzin.
Ev êrişên hovane vîn û îradeya me naşkînin, berovajî wê, em ê ji her wextê bêtir erka xwe pêk bînin. “