NY: Di êrişa xwekujî ya li Kabulê de 43 kes mirine

Mîsyona Alîkariyê ya NY ya li Efxanistanê (MANUA) ragihand ku di êrîşa xwekujî ya li navenda perwerdeyê ya jinan a li Kabulê de herî kêm 43 kes mirine.

Êrîşa xwekujiyê 30’ê Îlonê li navendeke perwerdeyî ya jinan pêk hat.

MANUA têkîldarî mijarê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got:

“43 kes mirin û 83 kes birîndar bûn.

Kesên ku jiyana xwe ji dest dane piraniya wan jinên ciwan in.”

Roja Înê kesekî bombebarkirî xwe li navenda perwerdeyê teqandibû.

Êrîş li rojavayê paytexta Efxanistan Kabulê li taxa Deştê Barşî ku niştecihên Hezara yên Şîe lê zêde ne pêk hat.

20’ê Nîsanê jî li rojavayê paytextê di heman taxêde li dibîstana zarokên kur 2 teqîn rû dabûn û 24 kes jiyana xwe ji dest dabû.

Heta niha tu kes êrîşa li navenda perwerdehiyê li ser xwe de negirtiye.

Bî taybet piştî ku Tebaxa 2021’an Tevgera Talîban rêveberiya welat xist destê xwe, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve gelek êrîş hatin kirin.

Back to top button