Balafirên Îsraîlê bi du moşekan hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li bajarê Baas û gundê El-Krum ên Quneyterayê kirin armanc.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye, ragihand “Balafirên Îsraîlê îro berbangê hêzên Hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li aliyên bajarê Baas û gundê El-Kirum ên Qûnayterayê, kirin armanc.
Çavdêriyê eşkere kir zirarên madî di encama êrîşê de çêbûn û derbarê zirarên canî de tu agahî tune bûn.
Ev êrîş, piştî danûstandinên di navbera Rûsya – Îsraîlê yên têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê, pêk hat.