Çeteyan gundên Şêrewa dorpêç dike û sivîlan jî direvîne

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dorpêça li ser gundên navçeya Şêrewa didomînin.
Piştî dorpêçkirina gundê Basofanê yê Êzîdiyan, çeteyan gundê Bi’yê dorpêç kir û 15 sivîl revandin.
Li Cindirêsê jî dagirkeran zarokekî 10 salî kuşt.

Li Efrîna dagirkirî, kirinên hovane yên dewleta Tirk li dijî şêniyan her roj diçe, zêde dibin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, gundê Bi’yê yê navçeya Şêrewa, dorpêç kir û 15 sivîl revandin.

Navên kesên ku hatin revandin wiha ne:

Omer Hesen Xelo
Mûsa Elî
Nasir Omer
Hecî Îbrahîm
Seîd Ehmed
Rolat Seîd Ehmed
Îbrahîm Mûsa Elî
Cemal Behrî
Izet Behrî
Ehmed Mihemed Mehmûd
Mehmûd Sebrî Hemo
Mihemed Hesen Xelîl
Merwan Hecî Osman
Mihemed Mistefa Mamo
Mistefa Osman Mehmûd.

Hat destnîşan kirin ku çeteyan gund dorpêç kiriye û nahêlin ku şênî bikevin gund an jî jê derkevin.

her weha ji bo kiriyarên wan eşkere nebin, çeteyan telefonên şêniyên gund desteser kirin.

Beriya nêzî hefteyekê jî, çeteyan gundê Basofanê yê êzidiyan ê Şêrawa, dorpêç kir.

Çeteyan têketin û derketina şêniyan ji gund û derbaskirina madeyên xwarinê qedexe kiriye.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan gelek sivîl revandibûn û bi giranî êşkence kiribûn.

Artêşa Tirk li Cindirêsê zarokekî 10 salî kuşt

Li aliyê din, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê bi guleyan zarokek kuşt.

Li gorî çavdêriyê , beriya du rojan şêniyan laşê zarokê10 salî li zeviyên gundê Hemamê kuştî dîtin.

Back to top button