Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî berdewamin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên gel ên li dijî zext, girtin, bêmafiyê û rewşa zehmet a jiyanê dijî dewletê berdewamin.
Li aliyê din dewleta Îranê li dijî Jinan hin biryayên nû amade dike.

Zêdetirî 190 roj di ser serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re derbas dibin, lê hîna jî nerazîbûn û çalakiyên gel li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di asta herî jor de dewam dikin.

Duh li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî girtina Mamosta Silêman Ebdî çalakiyek nerazîbûnê li ber deriyê rêveberiya perwerê ya bajêr lidarxistin.

Di çalakiyê de bi dehan mamosta amadebûn û daxwaza berdana Silêman Ebdî û bidawîanîna zextan kirin.

Eşkere bû ji ber ku Mamosta Silêman Ebdî li ser gora Jîna Emînî axivîbû, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.

Her wiha ji ber rewşa zehmet ya jiyanê, çalakiyên karmendan hêjî berdewame.

Di vê çarçoveyê de, duh li parêzgeha Xuzistan gelek kesan xwepêşandanek lidarxistin.

Li Îranê ji bo hicaba mecbûrî pêşnûmeya qanûna nû hat amade kirin

Li aliyê din Hikûmet bi armanca tepsandina serhildanên gel polîtîkayên xwe yên çewisandinê didomîne.

Parlamenterekî Îranê diyar kir ku wan projeya yasaya ‘pakbûn û hîcabê’ amade kirine û pêşkêşî rêberê olî yê Îranê û aliyên peywendîdar kirine.

Ev pêşnûmeya qanûnê di encama gelek hevdîtinên bi Meclîsa Şoreşa Çandî û Meclîsa Ewlekariya Neteweyî re hatiye amadekirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di projeya zagona hîcabê de, jinên ku li gor ferzkirina hîcabê tevnagerin, tên ceza kirin.

Cezayên ji 500 hezarî heta 3 mîlyar tumenî, şewitandina ehlîyet û pasaportên jinan jî digire nava xwe.

Back to top button