Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Êlihê de, Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş jî di nav de, 7 kes hatin binçavkirin.
Li navenda Êlihê polîs û tîmên taybet bi ser mala Hevseroka Şaredariya Awîskê ku qeyûm li şûna wê hatibû bicihkirin, girtin.
Tîmên taybet deriyê malê şikand, ketin hundir û lêgerîn pêk anîn.
Piştî lêgerînê, Hevşaredar Taş binçav kirin û birin Fermandariya Komandoyê ya Êlihê.
Hevjînê Taş Fersende Taş ragihand, tîmên taybet êşkence li wî kirine, zarokên wî li erdê dirêj kirine û çek xistine serê wan.
Hevşaredar Hatîce Taş, di nav de 7 kes hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku derbarê 25 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn.