3 endamên Dîfaa El-Wetenî li Dêra Zorê hatin kuştin

Duh, li Dêrz Zorê çeteyên DAIŞê êrîşek bir ser hin nuqteyên komên Dîfaa El-Wetenî û 3 endamên wan hatin kuştin û jimarek jî birîndar bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên DAIŞê êrîşî çend nuqteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li devera El-Biwêl a Dêra Zorê kir û di encamê de 3 endamên Dîfaa El-Wetenî hatin kuştin.

Çavdêriyê her wiha teqez kir ku îro jî leşkerekî hikumeta Şamê bi teqînekê li devera Heqil El-Arak a Homsê hat kuştin.

Li gorî çavdêriyê, ji sala 2019an û heya niha nêzî 575 leşkerên hikumeta Şamê li ser destê çeteyên DAIŞê li bejahiya Dêra Zorê, Reqa û Homisê hatine kuştin.

Back to top button