Endamên Medclisa Idliba Kesk a Partiya Sûriya Pêşerojê, destnîşan kirin ku dewleta tirk bi van êrişan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û çeteyên DAIŞ’ê zindî bike.
Dagirkeriya Tirkiyê 14’ê Çileya 2024’an li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên hewayî û bejayî yên giran da destpêkirin.
Di 3 rojan de zêdetirî 80 deverên binesaziyên jiyanî hatin armanckirin..
Di encamê de 7 welatî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de endamên Meclisa Idliba Kesk a Partiya Sûriya Pêşerojê, axivîn.
Ebdurehman El Hesen: Deweta Tirk dixwaze DAIŞ’ê zindî bike
Serokê Meclisa Idliba Kesk a Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdurehman El Hesen, destnîşan kir ku dewleta tirk bi armanckirina binesaziyê dixwaze herêmê vala bike û got:
“Êrişên dawî li dijî herêmê û girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku tê de 5 hezar girtiyên DAIŞ’ê hene jî berdewama siyaseta Tirkiyê ya dijberiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”
Husam Ebdulhenan: Armanca dagirkeriya Tirk dagirkirina xaka Sûriyê ye
Endamê Meclisa Idliba Kesk a di Partiya Sûriya Pêşerojê de Husam Ebdulhenan jî derbarê geşedanên dawî de wiha axivî:
“Armanca dagirkeriya Tirk ji êrişan, dagirkirina xaka Sûriyê û têkbirina tecrûbeya demokratîk a gelê Sûriyê ye.”
“Divê qada hewayî ji balafirên Tirkiyê re bê girtin”
Husam Ebdulhenan diyar kir ku gelê Herêmê dev ji helwesta xwe ya çareserkirina krîzê bi rêyên siyasî bernedaye û êriş nikarin wan ji armanca wan dûr bixin.
Cîgirê sekreteriya giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Sultan jî li dijî êrişan ev bang kir:
“Divê qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji balafirên Tirkiyê re bê girtin.
Dewlea Tirk bi van êrişan dixwaze çeteyên DAIŞ’ê zindî bike. Divê pêşiya vê yekê bê girtin.”
Meclisa Navçeya Zirganê: Em ê dijî dagirkeriyê berxwedanê bidomînin