Ev 88 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 88 rojin agahî nayê girtin.
Komîteya Parastina rojnamevanan diyar kirin ku li başûrê Kurdistanê jî weke Misrê di warê karê Rojnamevanan de xirabe.

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin 88 rojin aqûbeta wî nayê zanîn.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

CPJ: Li Başûrê Kurdistanê jî weke misrê di warê karê rojnamevaniyê de xirabe

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku Başûrê Kurdistanê jî mîna Misir û Siudiyê tometbarkirina rojnamevanan ya bi teror û dijî dewletê berfirehtir kiriye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) derbarê girtin û binçavkirina rojnamevanan daxuyaniyek da û got:

“Herêma Kurdistanê jî weke Misir, Siudiye û Mexrîb di van salên dawî de, di warê bikaranîna nûçeyên ne rast, teror û tometbarên dijî rojnamevanan de, berfireh bûye.

Li ser asta Rojhilata Navîn di warê girtina rojnamevanan de herêma kurdistanê jî weke Tirkiyê bêhiqûqî li dijî rojnamevanan pêşdikeve.”

87 rojin aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Back to top button