Viyan Soran: Rêber Apo her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn

Şehîd Viyandi di nameya xwe ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan re hiştibû gotibû:” Rêber APO bû malê dîrok û civakê û her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn”.

Şehîd Viyan Soran ji bo şermezarkirina tecrîd û komployan navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan 2’ê Sibata 2006’an çalekiyek fedayi pêk anî.

Şehîd Viyan dilsoziya xwe ya bi Rêber Ocalan û gelê Kurd re di nameya li pey xwe hişt de ev gotibû:

Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye.

Ez jî mîna şagirteke we li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinekê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me.

Bi çalakiya xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî yên şaristaniya civaka çînayetî.

Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidek ji bo destnîşankirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovan ê rojava.

Rêberê min! Ev çalakiya ku ez lidar dixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e.

Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê wê her bijî û serkeve.

Lê êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne.

Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn.

Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; ‘Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira’.

Îro jî dizanim ku dibe hûn vê çalakiyê nepejirînin û rexne bikin, lê çi bikim Serokê min?

Hinek evîndar dibin destê hevûdu digirin û direvin, ê evîndarbûna min jî ev e.

Dilê min bêyî we, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên welatê min, rehetî nabîne û nahewe.

Her dem perspektîfa we ji bo şoreşa başûr ku we mîna ‘şoreşa jinê’ behs dikir, di min de moraleke mezin çêdikir û meyl dida têkoşîna min.

Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ku li Başûr heye de, dixwazim wek jineke ji başûr pir kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên we bidim.

Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim.

Ji bîr nekin, em pir bêriya we dikin, pir bêriya we dikin…”

Back to top button