Koçberên Efrînê diyar kirin ku dê destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî û Efrînê ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin û gotin:
“Efrîn warê me ye, çi bikin jî nikarin vê rastiyê biguherînin.”
Koçbera Efrînê Hûriye Sabrî anî ziman ku bi saya xwîna şehîdên xwe ew ê li Efrînê vegerin û got:
“Bi îrade û hêzên xwe yên leşkerî em ê dagirkeriyê têk bibin.”
Reşîd Reşo jî Efrîn wek nasname û hebûna xwe bi nav kir û got:
“Efrîn, cih û warê me ye. Em wê ji bîr nakin. Darên zeytûnê sembola aştiyê ne.
Em ê canê xwe jî di oxira wê de feda bikin.”
Nazliye Hesen Cafer jî diyar kir ku heta dawiyê ew ê ji bo doza xwe tê bikoşin û got:
“Em Efrînê dixwazin, helbet em ê vegerînin. Em tune nabin wek dijmin difikire.
Em kurd in serbilind in. heta dawiyê, em ê ji bo doza xwe tê bikoşin.
Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî pêk bînin û tola şehîdên xwe jî hilînin.”
Li Qamişlo dagirkirina Efrîn û êrişa li dijî girtîgeha Sînaa hatin şermezarkirin