Hefteya çanda Kurd li Brukselê dest pê kir

Li Brukselê di pêşengtiya Konseya Civakê Kurdistanê-NAV BEL’ê de ji bo danasîna muzîk, xwarin û folklora Kurdan hefteya Çanda Kurd destpê kir.

Li Bruksela paytexta Belcîkayê, Hefteya Çanda Kurd ku Enstîtuya Kurd û Konseya Civakên Kurdistanî (NAV-BEL) bi rêxistinên Asûr, Ermen, Êzidî û Keldanî re rêxistin kir, doh dest pê kir.

Di şahiyê de behsa daxwazên neteweyî yên Kurdan hat kirin û danasîna muzîk, xwarin û folklora Kurdan hat kirin.

Parlamenterê Brukselê Gîl Wsraten jî tevlî şahiyê bû.

Wsraten diyar kir ku ew rêzê ji bo têkoşîna azadiya Kurdan digirin û ev tişt anîn ziman:

”Kêfa me tê ku Kurd li welatê me jî nirx û çanda xwe didin jiyandin.

Mirov dikare xwe bixe cihê Kurdan, ji ber ku hem dikevin hewila jiyandina çanda xwe hem jî ne ji bo xwe bi tenê lê ji bo mafên mirovan û demokrasiyê yên hemû gelan têdikoşin.

Tevî hovîtiya li Kurdan dibe jî bi tevahî tevdigerin û mînak in di demokrasiyê de.”

Beşdaran jî bi stran û çêkirina xwarinê kurdistanî ve hûnera xwe pêşkêş kirin

Back to top button