“Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de”

Weqfa Jinên Azad a Tebqayê panelek bi navnîşan “Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de” li dar xist.

Panel li navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi beşdariya bi dehan jin û endamên saziyên sivîl li dar ket.

Di serî de Rêveberiya Weqfa Jinên Azad Ruqeye Zenglo 5 mijarên sereke yên panelê xwendin.

Mijarên di panelê de hatin nîqaşkirin ;

Rola malbat û civakê di hişyarkirina ciwanan de.

Sedemên zehmetiya danûstandina bi ciwanan re, pirsgirêkên li pêşiya wan derdikevin.

Tiştê ku divê malbat û civak bide ciwanan û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên wan çi ne.

Di dawiya semînerê de beşdaran teqezî bi girîngiya lidarxistina mîna van panelan kirin.

Her wekî eşekre kirin ku divê dewreyên taybet ji wan re bên vekirin mîna hemşîretî û gelek pîşeyên din.

Back to top button