Ciwan Siko: Yekîtiya Kurdan daxwazeke gel û pêdiviyeke

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko têkildarî yekitiya Kurdan axivî.
Ciwan Siko diyar kir ku yekitiya Kurdan daxwazeke gel û pêdiviyek e.

Ciwan Siko da zanîn ku partiya wan her tim banga yekitiya neteweyî ya Kurdistanê dike û got:

“Ji ber ku ev yek dikeve xizmeta doza Kurd.

Ji lew re partiya me her tim piştgirî daye lihevkirinên Kurdan.”

Li gorî Ciwan yekitiya nîştimanî sînorekê ji destwerdanên derve re datîne.

Ciwan eşekre kir ku dema yekitiyeke Kurdan hebe, dê ji bo çareserkirina gelek dozên Kurdan bibe lêvegerek.

Ciwan Siko herî dawî tekez kir ku tiştê ku PDK li Başûr dike, ENKS jî li Rojava dike.

Em bi hêvî ne li kurdîtiya xwe vegerin. Divê baş bizanin ku ew li aliyê şaş sekinîne.

Back to top button