HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandar Bîlal Karakûş (Alî Haydar Dersim) şehîd bûye û got:
“Em soz didin ku her tim xwedî li bîranîna fermandarê leheng hevrê Alî Haydar derkevin, armancên wî yên pîroz bi ser bixînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Alî Haydar Dersim 17’ê Tîrmeha 2022’an şehîd bûye û got:
Fermandarê me yê leheng yê ji Dersîmê 30 salan bêrawestan, ji çiyayên Kurdistanê heta bi çiyayên Tirkiyê li her qadê bi baweriyeke mezin, fedakariyeke bilind û îradeya ji pola têkoşiya.
HPG: Alî Haydar gelek wezîfeyên fermandariyê bi serkeftî bi cih anî
Têkildarî jiyan û têkoşîna fermandarê şehîd Alî Haydar Dersim HPG’ê ev tişt got:
“Hevrêyê me Alî Haydar bi çîrokên têkoşîn û berxwedanê yên Seyîd Rizayan, Elîşêran, Zarîfeyan û Besêyan mezin bû, li dijî dewleta Tirk a mêtinger bû xwedî hêrseke mezin.
Hevrêyê me baş zanîbû ku têkoşîneke gel a rêxistinbûyî nebe, serketin ti carî pêk nayê, lewma kete nava lêgerînê û têkoşiya.
Alî Haydar bi naskirina PKK, bawer kir ku agirê azadiyê yê ku Rêber Apo pêxistiye wê paşeroja azad a gelê me pêk bîne.
HPG’ê da zanîn ku Şehîd Alî Haydar gelek wezîfeyên fermandariyê bi serketî bi cih anîn û weha got:
“Hem li Derya Reş, hem li Dersimê hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di fermandariyên eyaletan de wezîfe kir.
Bi kesayetiya xwe ya kedkar û durust li her qadê nava hevrêyên xwe û gelê me, bû cihê hezkirin û hurmetê.
HPG: Bila serê malbatê, xelkê Dersîmê û gelê Kurdistanê saxbe
Dawiyê HPG’ê sersaxî ji malbata Alî Haydar Dersim, xelkê Dersimê û gelê Kurdistanê re xwest û got:
“Em soz didin ku her tim xwedî li bîranîna şehidan derkevin û armancên pîroz ên ku di oxira wê de canê xwe dan, teqez bi ser bixînin”
Gorî wê asnameya gerîlayê Şehîd wiha ye:
Nasnav: Alî Haydar Dersim
Nav paşnav: Bîlal Karakûş
Cihê ji dayik bûnê: Dersim
Dayik: Zulkuf
Bav: Dogan
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê