Kongra Star a herêma Erînê 4. konferansa xwe li dar xist

Kongra Star ya herêma Efrînê duh Konfransa xwe ya 4’emîn lidarxist. Di konferansê de plansaziya du salên pêş hat derxistin û hilbijartin hat kirin.
Endamên Kongra Star ên tevlî konferansê bûn diyar kirin jin wê xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin bikin.

Di bin diruşmeya “Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û serbixin” Kongra Star a herêma Efrînê 4’emîn konfransa xwe pêk anî.

Konferans li hola çand û huner a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat li darxistin.

300 delege ji nûner û endamên Kongra Star û Rêveberiya Xweser beşdarî konfransê bûn.

Di konfransê de rewşa jinan, xurtkirina rêxistina jin di rewşa koçberiyê de û plansaziya kar û xebatên demê pêş hate nîqaşkirin.

Piştre nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser pêşengiya jinan û girîngiya birêxistina xwe û civakê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî hatin xwendin.

Her wiha Rapora kar û xebatên Kongra Star a herêma Efrînê jî hat xwendin.

Jinên tevlî Konferanês bûn diyar kirin ku hemû xebatên wan wê li ser esasê rêxistinkirina jinê û civakê be.

Ji bo meşandina kar û xebatek baş ya du salên pêş Kongra Star a herêma Efrînê plansaziya xwe ya du salan ragihand.

Û gelek biryar tê de hatin girtin, ji wan..

Ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê were xurtkirin.

Dewreyên perwerdeyê ji bo herdu zayendan werin zêdekirin.

Piştevaniya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star were kirin.

Di dawiya Konferansê de 7 endamên Koordînasyona Kongra Star ku 5 ên herêma Efrînê û 2 yên Şehbayê hatin hilbijartin.

Ew jî Elîf Şêx Mehemed, Rîhan Elo, Gulê Mehemed, Hêvîn Mihemed, Hêvî Silêman, Emel Ismaîl û Necah Keleş in.

Back to top button