Rêveberiya Xweser û PYD’ê derbarê koçberiyê de daxuyanî dan

Beriya demekê, keştiyekî koçberan ji Cezarê ber bi Ewrûpa ve ku bi rê ketibû noqî avê bû, hejmarek ciwanên kurd ên Rojava jiyana xwe ji dest dan. Meclisa Giştî ya PYD’ê û Rêveberiya Xweser têkildarî mijarê peyamên sersaxiyê weşandin û diyar kirin divê ciwan nekevin ser riya mirinê û dest ji welatê xwe bernedin.

Beriya demekê, keştiyekî koçberan ji Cezayîrê ber bi Ewrûpa ve derketibû û noqî avê bû. Di encamê de hêjmarek ciwanên kurd ên Rojava tê de jiyana xwe ji dest dan..

Meclisa Giştî ya PYD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyanî dan.

Rêveberiya Xweser: Ji bo pêşiyê li koçberiyê bigrin em ê her tiştî bikin

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got: “Dijminên gelên herêmê bi vê siyaseta ku didin meşandin, dixwazin enerjiyên mirovan xerc bikin, malbatan belav bikin û wan di siyasetên tevlêbûna li civakên nû winda bikin.

Ev rêveberî bi fedekarî û kedên welatiyên xwe hatiye ava kirin, em ê bi yek destî bixebitin û hemû enerjî û derfetên heyî bixin xizmeta gelê xwe.”

Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li tevahî pêkhatên rêveberî û gel kir ku ji van tor û bazirganên mirovan hişyar bin û bi welatê xwe ve girêdayî bin.

PYD: Divê ciwan dest ji welat bernedin û bi bazirganan nexapin

Meclisa giştî ya PYDʹê jî di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û got: “Me bi êş û xemgînî agahiyên wefata ciwanên Kurd ku piraniya wan ji Kobanê ne di bûyera noqbûna keştiya ji Cezaîrê ber bi Ewropayê ve diçû, bihîst.

Em sersaxiyê ji malbat û xizmên wan re dixwazin û êşa wan parve dikin.”

PYD’ê balkişand li ser siyaseta ku li ser gelê kurd tê meşandin û wiha dewam kir:

“Dijminên Kurdan bi rêya îstixbarata xwe komên bazirganiya mirovan bi rêxistin kirin da ku di berdêla gihandina wan a Ewropayê de pere û milkên xelkê yên mayî talan bikin.

Di her rewşê de, dijmin an bi mirinê yan jî bi gihandina wan a welatê xerîbiyê cihê windabûn û asîmîlekirinê, xwe ji wan xilas dike.”

PYD’ê anî ziman ku her kesê dev ji axa xwe û welatê xwe berde, dibe mîna giyayekî ku ji kokê ve hatiye rakirin û got: Di vê rewşê de yê winda bike jî em, gelê me û welatê me ye.

Em bang li ciwanan dikin ku dev ji ax û civaka xwe bernedin û ji bo avakirina welatê xwe bixebitin bi bazirganên mirovan neyên xapandin.

Back to top button