Amerîka firotina F-16 bo Taywanê erê kir

Roj bi rojê Çîn li Taywanê li hemberî Taywanê sor dibe.
Taywan ya vê yekê dibîne jî dixwaze hêza xwe ya asmanî xurt bike.
Amerîka ya bi rêveberiya Taywanê re di nava danûstandinek xurt de ye, biryara firotina balafirên F-16 bo vî welatî erê kir.

Wezareta Karê Derva ya Amerîkayê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Wezaretê destnîşankirin ku firotina 100 moşekên dij-radarê û moşekên hewa-asîmanî hatiye qebûlkirin.

Hat gotin, firotina ku bi tevahi 619 milyon dolar be wê “asta parastina esmani ya Taywanê, ewlekariya herem û hêza operasyonen hevpar bi Amerikayê re zede bike.”

Mûşek û alavên ku di balafirên şer ên F-16 ên Amerîkayê de tên bikaranîn, ji aliyê şîrketên parastinê yên Amerîkayê Raytheon û Lockheed Martin ve tên hilberandin.

Tê payîn ku erêkirina firotina çekan bibe sedema berteka Çînê ku Taywanê wekî beşek ji axa xwe dibîne.

Wezareta Parastinê ya Çînê ji ber firotina çekan a berê qedexeya îthalat û hinardekirinê li her du şîrketên navbûrî sepandibû.

Back to top button