Zelenskyu: Rûsya li Zaporiya êrişî avahiyekî kir

Artêşa Rûsya êrişî bajarê Zaporijiya kir.
Serokomarê Ukrayna Zelensky ragihand ku kuştî û birîndar hene.
Wezîrê Edaletê yê Amerîka koma çekdarên Wagner weke sûcdarê şer binav kir û got;
Belgeyên di destê wan de bi têrê dike ku ew serokê koma Wagner weke sûcdar nîşan bidin.
Serokwezîrê Alman Scholz bang li Çînê jî kir ku çekan nede Rûsyayê.

Şerê li Ukrayna, di nava demsala zivistanê de, bi êrişa çekên giran pêk hatibû.

Hêzên Rûsya bi hemû hêza xwe li rojhilatê Ukrayna li serketinekî digerin.

Rûsya dixwaze vê serketinê di zutirîn demê de bidest bixe.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku artêşa Rûsyayê bi şev li bajarê Zaporojyayyê li apartmanekê xistiye.

Volodymyr Zelensky li ser mijarê daxuyaniyek da û got:

“Dagirker bi şev li navenda bajêr xistin.

Li apartmana we xistin.”

Ji ber êrişê qatên 3,4 û 5 hilweşiyan.

Zelenskiy anî ziman ku kuştî û birîndar hene û xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Wezîrê Edaletê yê Amerîka: Serokê wagner sûcdarekî şer e

Li aliyekî din Serdozgerê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Merrick Garland, serokê koma çekdarên Rûsî Wagner Yevgeny Prigojin wekî “sûcdarê şer” binav kir.

Garland di rûniştina Senatoyê de ragihand ku Wezareta Dadê di vekolîna tawanên şer ên muhtemel de alîkariya Ukraynayê kiriye.

Wezîrê Amerîkî got,

“Ez difikirim ku Prigojinê ku ev sûc kir sûcê şer e.

Dibe ku ne guncaw be berî ku hemû delîl werin berhev kirin ez wekî dadger vê yekê bibêjim.

Lê di vê demê de ez difikirim ku ji têra xwe zêdetir delîl hene ku gotina min rewa bikin.

Di nav wan de anîna girtiyan ji girtîgehên Rûsyayê yên li Donbasê jî.”

Berî niha Serdozgerê Ukraynayê Andrey Kostin ragihandibû ku Kîev ji ber sûcên şer lêpirsîna têkildarî Prigojin daye despêkirin.

Scholz bang li Rûsyayê kir ku çekan nede Rûsyayê

Di vê navberê de rêveberiya Almanya carke din piştevaniya xwe ya ji bo Ukrayna dubare kir.

Serokwezîrê Alman Olaf Scholz li parlamentoyê axivî û wiha got:

“Rûsya hê jî xwe bi serkeftineke leşkerî dihesibîne.

Lê ev serketin ji ber ku em û hevkarên xwe piştgiriya Ukraynayê didomînin wê pêk neyê.”

Scholz destnîşan kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin naxwaze prensîbên xwe bisepîne û aştiyeke adil bi rêya danûstandinan pêk were.

Scholz îşaret bi helwesta Çînê ya li hember Rûsyayê jî kir û bang li vî welatî kir ku çekan nede Rûsyayê.

Back to top button