Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed diyar kir her ku DAIŞ qels dibe, Tirkiye dikeve navber tevgerê û êrişên xwe zêde dike. Newroz Ehmed got, “Tirkiye dê nekare bi van êrişên xwe DAIŞ’ê li ser pêyan bigire û gelên herêmê jî êrişên dewleta Tirk qebûl nakin.”
Dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên balafirên bê mirov pêşeng, fermandar û rêveberan dike hedef.
Heta niha ji ber van êrişan bi dehan kes hatine şehîdxistin û birîndar bûne.
Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ji ajansa Mazebûtamya re axivî.
Newroz Ehmed diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişan qebûl nakin.
Newroz Eh med anî ziman ku berxwedana di şexsê Kobanê de pêş ketî, ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê yên bindest û têkoşîna hebûnê didin bûye mînak.
Newroz Ehmed: Dewleta Tirk hêzên xweparastinê dike hedef
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir ku Tirkiye bi hedefgirtina fermandaran û hêzên xweparestinê dixwaze ewlehiya herêmê xirabike.
Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
Newroz Ehmed, bi lêv kir her ku DAIŞ qels dibe Tirkiyê dikeve dewrê û got: Kengî DAIŞ qels bibe, demildest êrişên Tirkiyê dest pê dikin.
Me gelek caran belgeyên ku têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê piştrast dikin parve kirin.
Tirkiye raste rast piştgiriyê dide DAIŞ’ê.
Tevî êrişên berfireh ên demên dawî jî Tirkiyê encamek bi dest nexist.