Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bê navber êrişî herêmê dikin. Dewleta Tirk a dagirker îro di seatên piştî nîvro de depoyeke li ser rêya Hîzamê ya Qamişlo bombebaran kir. Duh êvarê jî li nêzî Kampa Newroz a li Dêrikê erebeyek hat bombebaran kirin û di encamê de endamekî hêzên Sotoro şehîd bû.
Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.
Dewleta Tirk a dagirker îro seat 15:30’an de bi balafirek bê mirov û bi çek devereke li ser riya Hîzamê ya Qamişlo bombebarankirin..
Cihê ku hatî topbarankirin, depoyekî berê yê madeyên plastîk bû..
Di encama topbaranê de, zirar li hewşa depoyê bû.