Endameke Hêzê Ewlekariya Sotoro şehîd ket

Dewleta Tirk doh êvarê bi balafirê erebeyek li derdora Kampa Newroz bombebaran kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Sotoro ragihand ku endamekî wan di vê êrişê de şehîd ketiye. 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Sotoro êriş şermezar kir û got.

“Endamê me Îbrahîm Besam Mîxaîl li gundewarê Dêrikê dema li ser erkê xwe bû seyareya wî bû armanca balafirên Tirkî û di encamê de şehîd bû.

Ev êrişên domdar encamê bêdengiya hêzên garantor e, ku li dijî hêzên me pêk tê.

Bi van êrişan kes gav me paş nade avîtin, emê li ser şopa wan bin.

Şêniyên Dêrikê ew hêzên bêdeng dimînin ti wateya hebûna wan li vir nîne

Şêniyên Dêrikê jî li cihê bûyerê bi daxuyaniyekê êriş şermezarkirin û gotin:

Li ber çavê amerîka û rûsyayê dewleta dagirker sivîl û şervanê me dike armanc, ev yek hevkariya wan nîşan dide.

Ew hêzên bêdeng dimînin, ti wateya hebûna wan li vir nîne.

Emê li hember êrişan serî netewînin, emê tola van êrişan hilînin.

Back to top button