2 ÇETEYÊN DAIŞ’Î, CIWANEKÎ ÎRAQÎ LI KAMPA HOLÊ KUŞT

Li kampa Holê ciwanekî Îraqî ji aliyê 2 çteyên DAIŞ’î , hat kuştin.

Çavkaniyek ji rêveberiya kampa Holê ragihand ku li kampê ciwanekî Îraqî ji aliyê 2 kesên ku cilên jinên DAIŞ’ê li xwe kirbûn, hat kuştin.

Çete bi şev derbasî bin konê ciwanê Îraqî yê bi navê Mihemed Şihadê Hemade bûn û amûreke hişk li serê wî xist.

Ew rakirin nexweşxaneya El-Hikmê ya bajarê Hesekê, lê ji ber rewşa wî ya giran îro di saetên sibê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman çavkaniyê, vî ciwanî fikirên DAIŞ’ê qebûl nedikir.

Ev ne cara yekemîn e ku sûcên bi vî awayî li kampa Holê çêdibin.

Ji wan sûcan, DAIŞ’yekî neviya xwe kuşt, ji ber cilên DAIŞ’ê li xwe nekir.

Jinek ji Endonesya li ser destê komeke jinên DAIŞ’ê hate kuştin.

Her wiha jineke DAIŞ’î di kampê d bi kêrê endamekî Hêzên Ewlekariya Hindirîn birîndar kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî beriya niha ji rojnemeya “The Guardian” re axivî û hişyariya xeteriya rewşa li kampa Holê da.

Ebdî kamp mîna bombeyekê ku li ber teqînê ye pênase kir.

Leave a Reply

Back to top button