KCK’ê êrîşa li ser Hêzên Parastinê yên Suryan şermezar kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li ser Hêzên Parastinê yên Suryan ên li Rojava şermezar kir û got: “Dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi vê êrîşê careke din nîşan da ku bê çiqasî dijminê gelan e.
Em bang li hemû gelan dikin ku li hemberî vî dijminê xwînxwar yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin.”

Di 28’ê Sibatê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 4 erebe li ser rêya Dêrikê bombebaran kirin.

Di encamê de 3 endamên Hêzên Sotoro şehîd bûn û 8 welatî jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK: Vê êrîşê nîşan da ku bê çiqasî Tirkiyê dijminê gelan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sê endamên Sotoro bi bîr anî û got:

“Em vê komkujiya hovane ya dewleta Tirk û hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bi tundî şermezar dikin.

Dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi vê êrîşê careke din nîşan da ku bê çiqasî dijminê gelan e.
Bi van hestên faşîst, qirker û nijadperestî êrîşî şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Em bang li hemû gelan dikin ku li hemberî vî dijminê xwînxwar yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin.”

KCK: APK-MHP’ê dixwaze bi van êrîşan hevgirtina gelan bişkîne

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker beriya niha li ser gelê Asûr-Suryan komkujiî pêk aniye û wiha domand:

“Gelê Asûr-Suryan piştî sedsaleke ji komkujî, êş û azaran, bi şoreşa Rojava re xwedî li îradeya xwe derdikeve û azadiya xwe bi dest dixe.

Lê dewletên ku bi Tirkiyê re têkiliyên wan ên berjewendiyên qirêj hene, bûne şîrîkê van sûcan.
Gelê Kurd bi gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê re di nava piştevaniyê de ye û bi gel re dixwaze azad bibe.

Niha jî desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi van êrîşan hevgirtina gelan bişkîne.”

KCK: Divê gelê Asûr-Suryan yekîtiya xwe hîn xurtir bike

KCK’ê anî ziman ji ber ku di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li Meclîsê bi zimanên din, bi Suryanî jî hat axaftin û ev ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve rastî hêrseke mezin hat û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Asûr-Suryan wê di çarçoveya fikra neteweya demokratîk a gelan de yekîtiya xwe hîn xurtir bike.

Em sersaxiyê ji gelê Asûr-Suryan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Back to top button