Newroz Uysal: Divê em durûtiya Tirkiyê teşhîr bikin

Jinên siyasetmedar ên Bakur û Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhelatê Sûriyê de axivîn û diyar kirn ku bêdengiya raya navneteweyî li himber êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide ku destûr avan êrişan hatiye dayîn.

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan û parlementera HDP’ê a Şirnexê Newroz Uysal der barê armanca van êrîş û polîtakayên şer ên li Rojhilata Navîn tên meşandin de axivîn.

Newroz Uysal behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojavayê kurdistanê kir û wiha got:

Êrîşên li dijî Rojava em nikarin tenê bi hefteyekê de sînordar bikin.

Gefên li herêmê tên xwarin û êrişên tên kirin ne cara yekemin.

Ji roja ku şoreşa Rojava dest pê kiriye heta niha jiyana nû statuya nû ya derketiye holê ji aliyê Tirkiyê ve weke gef hatiye dîtin.

Ev şer her diçe zêde dibe der barê van şeran de pilana ku dide meşandin ji aliyê gelek beşan ve tê dîtin.

Hem sûcên şer û hem sûcên mirovî tên pêkanîn. Lê dîsa jî cîhanê çavên xwe girtîye.

Feleknas Ûca: Dewleta Tirk dixwaze carek din ruh bide DAIŞ’ê

Parlamentera HDP’ê ya berê Feleknas Ûca sedema hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya li hemberî van êrişan nirxand.

Feleknas diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk tunekirina deskeftiyên kurda ye û wiha got:

Ev êriş hemû ji bo berterefkirina destkeftiyên kurdan e.

Êrişên hewayî yên li herêmê di destê hêzên koalîsyonê de ne.

Ger ev hêz destûrê nedin, dewleta Tirk nikare bike.

Feleknas anî ziman ku bêdengiya raya navneteweyî li himber êrîşên li dijî Herêmê nîşan dide ku destûra van êrişan hatiye dayîn.

Feleknas destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrişan hewl dide car din DAIŞ’ê bi ruh û can bike.

Feleknas Ûca bang li raya giştî ya cîhanê kir ku vê konsepta êrişan a li dijî gelê kurd şermezar bike û rê nede wê û wiha bi dawî kir:

Divê em ji her kesî re mafdariya berxwedana gelê kurd û hêza wê bibêjin.

Di serî de gelê kurd û dostên wan divê li seranserê cîhanê her kes li dijî van êrîşan rabin ser piyan.

 Emel Celal: Tirkiye dixwaze desketiyên Kurdan tune bike

Seroka Desteya Geştûgûzarê ya Başûrê Kurdistanê Emel Celal jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelê kurd bi giştî dike û wiha bi dawî kir:

Dewleta Tirk li sivîl deverên çandiniyê û deverên ku peywendiya xwe bi mijara leşkerî ve tuneye hedef diger.

Ya ku dewleta Tirk ji xwe re girîng dibîne ewe ku wêrankirina xak, rûxandina binesazî û avedaniya Herêma Kurdistanê ye.

Back to top button