HAT’ê li gundewarê Dêrazorê serçeteyek DAIŞ’ê girtin

Asayîşê ragihan ku hêzên wan ê taybet HAT’ê li gundewarê Dêrazorê serçeteyek ku qaşo emîrê DAIŞ’ê ye girtin.

Asayêşê ragihan ku hêzên wan ê taybet HAT’ê bi piştgirî û beşdariya Koalîsyona Navdewletî 9’ê Tîrmehê li gundewarê Dêrezorê li diî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anîn..

Di encama operasyonê de serçeteyek qaşo emîrê DAIŞ’ê ye girtin e.

Û çek û alavên wî yên peywendiyê desteserkirin.

Asayîşê dazanîn ku operasyona wan bi pisporî û jêhatîbûneke bilind bêyî ziyanek canî rû bide encam bûye..

Asayîşê teqez kir ku wê ji bo parastin gelên xwe û aramiya heremê têkoşîna xwe bê navber bidomînin.

Back to top button